HRANA: Li Îranê di nava salekê de 61 jin hatin darvekirin

HRANA'yê ragihand ku di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 61 jin hatin darvekirin.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên salekê yên li hemberî jinan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.

Li gorî raporê, ji 21'ê Adara 2025'an heta 21'ê Adara 2026'an li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 61 jin hatin darvekirin, têkildarî 13 jinan cezayê darvekirinê hate birîn.

Di raporê de hate gotin, di heman demê de destdirêjî li 74 jinan hate kirin, 30 jin hatin kuştin û 187 bûyerên tundiyê yên li nava malbatê hatin tespîtkirin.

Li gorî raporê, 13 jin ji ber ku nexwestin bi zorê serê xwe binixumînin hatin binçavkirin, 4 jin hatin girtin, 11 jin jî ji bo îfadeyê bang li wan hate kirin.

Hate ragihandin ku 7 jin jî ketin ber lêpirsîna hêzên Wezareta Îstîxbaratê.